Şerê Îranê: Li eniyên Tehran, Kendav û Beyrûdê êrişên nû

Şerê Îranê di roja nehemîn de ye. Netanyahu got, plansaziyeke wan a ji surprîzan heye. Pezeşkiyan jî hişyarî da welatên cîran. DYE û Îsraîlê yekemcar li çar depoyên petrolê yên li Tehranê xistin. Li Beyrûdê êriş li Muxafizên Şoreşê yên Îranê hate kirin.

Êrişên ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê 28'ê Sibatê li hemberî Îranê dan destpêkirin di roja nehemîn de ne. Bi şev li Îranê, Lubnan û welatên Kendavê dengê teqînan hate bihîstin. Serê sibehê jî pêleke nû ya êrişan hate destpêkirin.

ENIYA ÎRANÊ

Artêşa Îsraîlê sibeha Yekşemê ragihand ku li seranserê Îranê li dijî hedefên cuda yên leşkerî dest bi pêleke nû ya êrişên hewayî kiriye. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êriş li ser "navendên leşkerî yên li seranserê Îranê hatiye kirin."

NETANYAHU: PLANSAZIYEKE ME YA BI RÊK Û PÊK HEYE

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu jî daxuyaniyek da televîzyonê û anî ziman ku operasyonên li ser Îranê wê dewam bikin û got, "Ji bo tinekirina rejîma Îranê pêşîvekirina li guherînê plansaziyeke me ya bi rêk û pêk a ji surprîzan heye."

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, Îranê tevahiya rojê gelek fuze avêt Îsraîlê. Li herêmên bakur û başûr ên Îsraîlê dengê sîrenan hate bihîstin. Îranê jî ragihand ku pêla çaremîn a fuzeyan hate avêtin. Hate ragihandin ku sîstemên parastina hewayî yên Îsraîlê beşeke meizn a fuzeyan asteng kiriye û li gorî agahiyên destpêkê tiştek bi kesî nehatiye.

ÎRAN: LI ZÊDEYÎ 200 HEDEFÊN ÎSRAÎL Û DYE'YÊ HATE XISTIN

Berdevkê Muxafizên Şoreşê ya Îranê Alî Mûhammed Naînî jî anî ziman ku artêşa Îranê xwedî wê kapasîteyê ye ku bi tempoya heyî şer bi qasî şeş mehan bi rengekî giran dewam bike. Rayedarên Îranî diyar kirin ku ji destpêka şer û vir ve li herêmê li zêdeyî 200 hedefên DYE û Îsraîlê xistiye.

DEPOYÊN PETROLÊ YÊN LI TEHRANÊ HATIN BOMBEKIRIN

Li gorî rayedarekî Îranî DYE û Îsraîlê bi şev çar depoyên petrolê yên li Tehranê û derdora wê û navenda lojîstîkî ya veguhestina berhemên petrolê bombe kirin. Di êrişê de herî kêm çar kesan jiyana xwe ji dest dan.

ÎDÎAYA "LEŞKERÊN DYE'YÊ DÎL HATIN GIRTIN'

Serokê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Alî Larîcanî li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da û îdîa kir ku hin leşkerên DYE'yê ji aliyê hêzên Îranê ve dîl hatine girtin.

Larîcanî got, "Ji min re hate ragihandin ku hin leşkerên Emerîkî dîl hatine girtin. Lê belê Emerîkî dibêjin ku ew di şer de hatine kuştin. Wê nikaribin demeke dirêj rastiyê veşêrin."

Fermandariya Hêzên Navendî yên DYE'Yê beriya bi demeke kurt bi daxuyaniyekê ragihand ku ti leşkerên Emerîkî ji aliyê Îranê ve dîl nehatiye girtin.

PEZEŞKIYAN HIŞYARÎ DA WELATÊN CÎRAN

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan jî hişyarî da welatên cîran. Pezeşkiyan diyar kir ku Îran li herêmê têkiliyên baş dixwaze û got, "Lê belê eger xaka welatekî ji bo êrişa li ser Îranê bê bikaranîn, em ê neçar bimînin ku bersivê bidin vê yekê."

ENIYA KENDAVÊ

Di roja nehemîn a şer de rageşiya li welatên Kendavê jî bilind bû. Wezareta Karên Hundir a Bahreynê diyar kir ku ji ber ketina parçeyên fuzeyên Îranê sê kes birîndar bûn.

Kûweyt, Erebistana Siûdî û Îmaratê jî ragihandin kur oja Yekşemê bûn hedefa êrişên Îranê yên bi fuzeyan û balafirên bê mirov. Ji ber êrişê agir bi depoyên sotemeniyê yên li nêzî balafirgeha navneteweyî ya li Kûweytê ket.

Îmaratê jî diyar kir ku li hemberî gefên fuze û balafirên bêmirov ên Îranê, sîstemên parastina hewayî ketine dewrê.

Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihand ku êrişeke bi balafirên bêmirov a li ser taxeke dîplomatîk a Riyadê hatiye astengkirin.

ENIYA LUBNANÊ

Başûrê Lubnanê, banliyoyên başûr ên Beyrûdê û Bekaa ji aliyê Îsraîlê ve bi dewamî têne bombekirin.

Arteşa Îsraîlê diyar kir ku li hemberî Fermandarên Hêzên Qudsê yên Muxafizên Şoreşê yên Îranê yên li Beyrûdê de "operasyoneke nuqteyê" hatiye kirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê li Otela Ramada ya li herêma Rouuche ya tûrîstîstîk a Beyrûdê herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji şeva Şemiyê heta bi sibeha Yekşemê jî di êrişên Îsraîlê de li seranserê Lubnanê 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Artêşa Îsraîlê her wiha ji bo herêmên li başûrê Çemê Litani hişyariya veguhestinê da û ji dewleta Lubnanê xwest ku Hîzbûllahê bêçek bike.

Li gorî medya Lubnanê ji 2'ê Adarê roja Duşemê û vir ve li Lubnanê zêdeyî 300 kesî jiyana xwe ji dest dan.